KOORDÎNASYONA ZAROKAN RÊZEÇALAKIYÊN XWE BI DAXUYANIYEKÊ BI DAWÎ KIR
Rêzeçalakiyên Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê ya bi boneya 20`ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê ku 5 rojan dewam kir, îro bi dawî bûn.
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de Roja Zarokan a Cîhanê li zarokên cîhanê û hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ji bo zarokan jiyaneke bi ewle hêvî kir.
Koordînasyonê ragihand ku wan li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zarokan şahî li dar xistin.
Rêvebera Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê Cûliya Xelo ji Rojava Tv re diyar kir ku armanca wan Kêfxweşkirina Zarokan e.