Kanala ROJAVA TV

KOOPERATÎFÊN HERÊMA CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Kooperatîfên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li kantona Hesekê li dar xist û tekezî li ser xurtkirina hişmendiya aboriya komînal kir.

Her wiha di civînê de astengiyên ku li pêşiya Kooperatîfan derdikevin hatin nîqaşkirin.

Kooperatîfên Herêma Cizîrê bi amadebûna rêbever, endam û hevserokên yekîtî û desteyan, civîna xwe ya salane li kantona Hesekê li dar xist.

Di civînê de rewşa Kooperatîfên Herêma Cizîrê, astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin û çawaniya xurtkirina aboriya Komînal hatin nîqaşkirin.

Rêveberên Kooperatîfên Herêma Cizîrê behsa giringiya civînê û pêşxistina projeyên li herêmê dikin.

Her wiha Rêveber tekeziyê li ser aktîvkirina Kooperatîfan û belavkirina hişmendiya aboriya komînal ya di nava civakê de dikin.

Li gorî agahiyên ku me wergirtine biryar e, Kooperatîfên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke nêzîk de konferansa xwe ya giştî li dar bixe û nexşerêya xwe ya ji bo sala dahatî jî diyar bike.