Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN TÊDIKOŞE

Rêxistina Sara yek ji Rêxistinên taybet bi têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e ku li herêmê karê xwe dide meşandin û li gelek bajaran navendên wê hene ku pêşwaziyê li jinan û pirsgirêkên wan dike.

Rêxistina Sara rêxistineke jinan a sivîl û civakî ye ,li dijî tundiya li ser jinan kar û xebatê dike.

Ji destpêka damezrandina rêxistinê û heta niha ji bo bihêzkirina jinan di warê Siyasî, Aborî û Civakî dixebite.

Her wiha ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan semîner, çalakî û bernameyên cuda lidardixe.

Rêvebera Rêxistina Sara a Kobanê Helîma Osman dibêje erka me ya sereke ew e ku em pêşî li tundiya li ser jinan bigirn .

Endama Rêxistina Sara ya kobanê Kamla Elî jî diyar kir ku di vê mehê de nêzî 60 jinên tundî li wan hatiya kirin serdana rêxistinê kirine.

Rêxistina Sara di 1’ê Tîrmeha 2013’an de li Qamişlo hate damezrandin û peyamên navneteweyî û medyaya cîhanî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wekî refransa xwe digre dest.