Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ JI BO 25’Ê MIJDARÊ BI JINÊN MINBICÊ RE CIVIYA

Encumena Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê bi heman armancê, civînek bi jinên Minbicê re li dar xist.
Civîn bi armanca pênasekirina cewhera rast a jin û hêza wê ya ji bo avakirina civakan di bin dirûşmeya ” Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, jin jiyan azadî” li dar ket.
Hejmarek ji jinên bajarê Minbicê beşdarî civînê bûn.
Jinan di civînê de behsa tundiya li dijî jinan, pirisgirêk û astengiyên ku li hemberî wan derdikevin, kirin.
Her wiha di nîqaşan de ji bo çareserkirina astengî û pirsgirêkan hate diyar kirin ku bi esasgirtina felsefeya Jin Jiyan Azadî, jin dikare têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bike û civakê ji nû ve ava bike.