6’EMÎN PÊŞANGEHA KARÊ DESTAN A WEQFA JIN LI REQAYÊ LI DAR KET
Weqfa Jina Azad a bajarê Reqayê îro 6’emîn pêşangeha xwe ya karê destan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Di pêşengeha ku li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê de li dar ket, Saziyên Jin ên li Bajêr û Şêwekarên Jin amade bûn.
Karê destan a jinê û hunera wê ya kevnar di pêşengehê de hatin pêşandan.
Her wiha dewlemendiya xebat û karên bi destên jinan hat nirxandin.
pêşengeha karê destan ya Weqfa Jina Azad a Reqayê dê 2 rojan dewam bike.