PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ PÊŞANGEHEKE WÊNEYAN LI HESEKÊ LI DAR XIST
Encumena Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê di çarçoveya çalakiyên 25’ê mijdarê de, pêşengeheke wêneyan û karê destan li dar xist.
Pêşengeh bi dirûşma ” Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, jin jiyan azadî” li parka xwendinê ya li bajêr li dar ket.
Hejmarek ji şêwekarên Hesekê beşdarî pêşengeha wêneyan bûn.
Di pêşengehê de 25 tabloyên ku hemû cureyên tundiyê yên ku li ser jin tê meşandin nîşan dide, hatin pêşandan.