Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ 2 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BI MERASÎMEKÊ HATIN OXIRKIRIN

Şêniyên Reqayê bi merasîmeke girseyî şehîd Fîras El- Semran û Ehmed El- Mustefa li goristana şehîdan oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de li ser navên hêzên leşkerî axaftin hat kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin.
Her wiha hat diyarkirin ku hêzên têkder dixwazin aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, lê ew ê li ber xwe bidin û tola şehîdan rakin.
Di dawiyê de girseya gel bi dirûşmeyên şehîd namirin, her du cangoriyên azadiyê spartin axê.