Kanala ROJAVA TV

JINÊN KOBANÊ BI MEŞEKÊ TEKEZÎ LI SER BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIRIN

Jinên navçeya Qinê ya bajarê Kobanê îro di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de, meşiyan û tekezî li ser bilindkirina asta têkoşînê kirin.
Meşa ku bi pêşengtiya Kongra Star li dar ket ji navenda navçeyê dest pê kir û bi berzkirina dirûmên” Jin Jiyan Azadî” li stasyona navçeyê rawestiya.
Di meşê de hat diyarkirin ku tundiya berdewam a li ser jinan encama hişmendiya mêrê serdest û hêzên desthilatdar e ku beriya bi hezarên salan di mejiyê civakê de hatiye çandin.
Her wiha jinan gotin, fikir û felsefeya Rêber APO ji bo tevahî jinan re bû rêya xilasiya ji tundî û zilmê.
Jinan tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe heta azadiyê bilind bikin.