LÎSTIKVANÊN DIBISTANA PILINGÊN TAYKWANDOYÊ DI ŞAMPYONA URDINÊ DE BI SER KETIN
Lîstikvanên Dibistana Pilingên Taykwandoyê beşdarî şampyona taykwandoyê ya li Urdinê bûn û bi ser ketin.
Lîstikvanan diyar kirin ku ew bi serkeftina xwe şanaz in û ew ê di demên pêş de xebatên xwe xurttir bikin.
Ev dîmenên rahênanê yên lîstikvanên Dibistana Pilingên Taykwando ya li bajarê Hesekê ne.
Beriya niha bi demekê lîstikvanên dibistanê beşdarî şampyona taykwandoyê ya li Urdinê bûn.
Di şampyonê de 530 lîstikvan ji 40 welatên cuda beşdar bûn û lîstikvanên Dibistana Pilingên Taykwando, mîdalyayên serkeftinê wergirtin.
Lîstikvanên Taykwandoyê behsa çîroka serkeftina xwe dikin.
Perwerdekarên Dibistana Pilingên Taykwando diyar dikin ku armanca wan xurtkirina karînên ciwanan e.
Dibistana Pilingên Taykwandoyê sala 2009’an hatiye damezirandin û heta niha beşdarî gelek şampyonan bûye û çendîn xelat û spasnameyên cuda jî wergirtine.