Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA YA REQAYÊ ŞEHÎD ROJBÎN EREB BI BÎR ANÎ

Encumena Kombûna Jinan a Zenûbya ya bajarê Reqayê Şehîd Rojbîn Ereb di salvegera şehadeta wê ya 25’an de bi çalakiyekê bi bîr anî.
Merasîma bîranînê bi koordîneya Encumena malbatên şehîdan ên Tebqa û Reqayê li goristana Şehîdan a Tebqayê li dar ket.
Di merasîma bîranînê de mûm ji bo Şehîd Rojbîn ji aliyê jinan ve hatin vêxistin.
Jinan di çalakiyê de balkişandin ser hêza jin û fedekariyên Şehîd Rojbîn Ereb yên di oxira jiyaneke azad de.
Her wiha jinan gotin, tevî hemû hewldan û planên ji bo şikandina vîna jina azad, lê jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe muhra xwe li dîrokê dan.
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînefizyonekê li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Rojbîn Ereb bi dawî bû.