Kanala ROJAVA TV

264 XWENDEKAR BI ŞAHIYEKÊ JI PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN DER ÇÛN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, ji bo xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan, şahiyeke derçûnê li dar xist.
Malbatên xwendekaran û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiya derçûnê ya li bajarê Qamişlo bûn.
Di şahiyê de 264 xwendekarên ku xwendina xwe birin serî, der çûn.
Di şahiyê de axaftin li ser navên Rêveberiya Xweser û Desteya Perwerdeyê hate kirin.
Axêveran bal kişandin ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî û diyar kirin ku, bi saya şoreşa 19’ê tîrmehê perwerdeya pir zimanî hate destpêkirin.
Piştre xwendekaran bawernameyên xwe wergirtin. Her wiha komên hunerî jî berhemên xwe pêşkêş kirin.