Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ ŞEHÎD EBDO MESRÛ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdo Mesrû bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxirkirin.

Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdo Mesrû bi nasnav Îsmaîl Hemo di 14′ê Mijdarê de dema erka xwe bi cih dianî li gundewarê Minbicê şehîd bû.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî girseyî ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan û Desteya Çand û Hunerê hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.