Kanala ROJAVA TV

AMADEKARIYÊN MEWSIMA ÇANDINIYÊ LI HERÊMÊ DEST PÊ KIR

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê Amadekariyên mewsima Çandiniyê ya Sala nû dest pê kir .

Cotkaran ji Rojava Tv re behsa Amadekariyên xwe dikin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku pêdiviyên wan ên bi sotemeniyê pêk bînin .

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amadekariyên mewsima Çandiniyê ya Sala nû tê kir .

Ev der jî Gundê Berko yê Girêdayî bajarê Qamişlo ye, cotkarên Gund bi kêfxweşî dest bi çandiniya Erdên xwe dikin .

Cotkaran ji Rojava Tv re behsa Amadekariyên xwe dikin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku pêdiviyên wan ên bi sotemeniyê pêk bînin .

Li aliyekî din Şêwirmedê saziya Pirkirina Tov Mihemed Memê destnîşa kir ku ewê di warê Pêdiviyên Çandiniyê de bi Cotkaran re bibin alîkar.

tevî astengiyan û êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Rêveberiya xweser û Saziyên wê Belavkirina tovan dewam dike da ku parastina ewlehiya xwarinê bikin û xwarina tendurist ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bikin .