BI HATINA ZIVISTANÊ RE, AZARÊN KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ GIRANTIR DIBIN
Bi nêzhatina Demsala Zivistanê re, Êş û Azarên Koçberên Kampa Til El Semin Girantir dibin .
Rêvebera Kampê Ezîza Hesen ji Rojava Tv re diyar kir ku ew li gor derfetên xwe pêdiviyên koçberan debîn dikin.
Bi nêzhatina Demsala Zivistanê re, Êş û Azarên Koçberên di Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetir dibin .
Koçberên li Kampa Til El Semen a gundewarên bakurê Reqayê dijîn, ji ber Kêmbûna xizmetguzarÎ û alavên Germkirinê, êş û azaran dikşînin .
Tevî ku hejmareke zêde ya Rêxistinên Mirovî li herêmê hene, lê Alîkariyên pêwîst pêşkêşî koçberan nakin, û erka xwe bi cih naynin .
Koçber jî bang li wan Rêxistinan dikin ku pêdiviyê zivistanê bo wan dabîn bikin .
Rêvebera Kampê Ezîza Hesen ji Rojava Tv re diyar kir ku ew li gor derfetên xwe yên heyî pêdiviyên koçberan debîn dikin.
Li kampa Til El Semin ku 22`ê Cotmeha 2019`an piştî êrişa dagirkeriyê ya li dijî kantona Girê Spî hatibû avakirin, 6 hezar û 880 koçber dimînin.