Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA PÊL 8’EMÎN KOMCIVÎNA CIWANAN LI DAR XIST

Rêxistina Pêl 8’emîn komcivîna ciwanan li bajarê Qamişlo li dar xist û dê komcivîn 2 rojan dewam bike.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û ciwanên Herêma Cizîrê beşdarî komcivînê bûn.

Di komcivînê de rewşa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.

Her wiha çawaniya geşkirina behreyên ciwanan û zêdekirina derfetên pêşketinê, bûne rojevên nîqaşê.

Ciwanan jî pêşnîyar û nêrînên xwe vegotin û li gorî rêxistinê biryar e komcivîn 2 rojan dewam bike.