Kanala ROJAVA TV

CENAZEYÊ ŞEHÎD AVAŞÎN ZINAR LI ŞEHBAYÊ HAT OXIRKIRIN

Koçberên Efrînî û xelkên şehbayê cenazeyê şervana YPJ Avaşîn Zinar li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê, oxir kirin.
Şervana Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) Yasmîn Îbrahim bi nasnav (Avaşîn Zinar ) dema ku li ser erka xwe bû, 27 Cotmehê di encama qazeyekê de şehîd bû.
Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a Şehbayê wergirt û ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Li goristanê sersaxî ji malbata Şehîd Avaşîn Zinar re hat xwestin û hat gotin , parastina destkeftiyên şehîdan erka pêşîn a têkoşîna wan e.
paşê wesîqeya şehadetê ya şehîd Avaşîn hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.