ŞÊNÎ Û RÛSPYÊN MINBCÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN
Şênî û rûspiyên bajarê Minbc êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin û bang li aliyên berpirsiyar kirin ku helwesteke cidî li hember van sûcan bigre.
Dewleta Tirk a dagirker ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên xwe li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.
Di êrîşan de, sivîl, binesaziya herêmê û navendên stratejîk kirin hedef.
Herî dawî jî dewleta Tirk navenda Ciwanan li Minbic kir hedef.
Têkldarî mijarê Şênî û Rûspiyên bajarê Minbic bertek û nerazîbûnên xwe bi Rojava Tv re parvekirin û gotin divê rê li ber êrîşên Tirkiyê û binpêkirinên wê bê girtin.
Şêniyên Minbic gotin Tirkiyê di êrîşên xwe de zarok û sivîlan dike hedef û ev yek dikeve rêza sûcên şer.
Tevî êrîş û sûcên şer ên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewletên garantor li hemberî van binpêkirinan bê deng mane.