Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI HESEKÊ DI ROJA 4’EMÎN DE DEWAM DIKE

Çalakiya konvedanê ya di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin, di roja 4`an de dewam dike .

îro bi sedan şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê berê xwe da bin konê çalakiyê .

Beşdarên çalakiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin .

di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin dewleta tirk bi tecrîda li dijî rêber Apo hemû Zagon û peymanên navneteweyî bin pê dike.

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeynê Hol û Erîşe yên girêdayî kantona Hesekê tev li çalakiyê bibin.