HÊRSÊN LI HEMBERÎ HEDEFGIRTINA NAVENDA CIWANAN ZÊDE DIDIN
Li hemberî hedefgirtina Navenda Ciwanan a Minbicê, Ciwanên bajarê Kobanê tekezîyê li ser biserxistina cenga azadiyê dikin û dibêjin, ew ê gavan paş de nevêjin.
Li hemberî hedefgirtina Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê, hêrsa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêdetir dibe.
Ciwanên bajarê Kobanê dibêjin: ew ê li hemberî plan û êrîşên dijmin cenga azadiyê bi ser bixin.
Her wiha ciwanan anîn ziman ku, ciwanên li ser felsefeya Rêber APO hatine perwerdekirin, ne pêkan e ku vîna wan were şkandin.
10’ê cotmehê dewleta Tirk a dagirker li dijî Navenda Encumena Ciwanan a Minbicê êrîşek pêk anî.
Li gorî agahiyan di encamê de gelek kes birîndar bûn û zirarên madî jî çêbûn .