ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI HESEKÊ DI ROJA 2’YEMÎN DE DIDOME
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di roja 2’yemîn de didome.
Di roja 2’yemîn a çalakiyê de bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, şêniyên bajarok û navçeyên Hesekê beşdar bûn.
Di çalakiyê de hat gotin, armanc ji çalakiyê, şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
Her wiha hat diyarkirin ku Wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopdarê fikirê Rêbertî bin.
Biryare sibe şêniyên navçeya Til Temir û Zirgan ên kantona Hesekê tevlî çalakiyê bibin.