Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ HEDEFGIRTINA NAVENDA CIWANAN ZÊDE DIBIN

Têkildarî hedefgirtina Navenda Encumena Ciwanan a bajarê Minbicê, Rêveber û endamên saziyên bajarê Reqayê diyar kirin ku, armanc ji hedefgirtina Navenda Ciwanên şoreşger, bê îradekirina civakê ye.

Dewleta Tirk a dagirker da ku vîna ciwanan têk bibe û civakê pûç bike, doh Navenda Encumena Ciwanan a Minbicê hedef girt.

Li gorî agahiyan di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Endamê Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Serbest Kurdo diyar kir ku, armanc ji hedefgirtina Navenda Ciwanan, bê îradekirina civakê ye.

Her wiha Rêvebira Ofîsa Perwerdeyê ya PYD ya Reqayê Necah Mihemed got, ji ber ku ciwan pêşeng in û civakê bi hêz dikin, tên hedefgirtin.

Li hemberî hedefgirtina Navenda Encumena Ciwanan a Minbicê, hêrsa ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mezin dibe û tekezî li ser domandina xeta têkoşînê dikin.