YEKEMÎN MÎHRÎCANA ÇANDA NETEWEYA DEMOKRATÎK DEST PÊ KIR
Îro, yekemîn mîhrîcana çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til-Birak a Kantona Hesekê dest pê kir.
Di mîhrîcanê de pêkhateyên kantona Qamişlo û Hesekê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn û berhemên xwe yên çandî pêşkêş kirin.
Bi birûşma” Em ê bi rihê çanda Netewa Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” yekemîn mîhrîcana çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til-Birak a Kantona Hesekê dest pê kir.
Mîhrîcan ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Encumena Kantona Qamişlo û Hesekê ve li dar ket.
Mîhrîcan dê bi pêşandana berhemên çandî û hunerî 2 rojan dewam bike.
Di roja yekem a mîhrîcanê de, pêkhateyên kantona Qamişlo û Hesekê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn.
Di mîhrîcanê de komên hunerî yên govend, stran û şano berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha helbestvan Ferhad Merdê û Hemîd Elamûdî helbestên xwe vegotin.
Roja yekem a mîhrîcana çanda Neteweya Demokratîk bi serdana konên ku tê de çanda pêkhateyên li herêmê hatiye pêşandan, bi dawî bû.