ŞEHÎD YÛSIV GULO Û NEVIYÊN WÎ LI SER GORÊN XWE HATIN BIBÎRANÎN
Apê Yûsiv Gulo û her du neviyên wî Mihemed û Mazlûm, di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de, li goristana şehîd Delîl Saroxan hatin bibîranîn.
Bi sedan şênîyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl û malbata Gulo beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan û malbata Gulo axaftin hatin.
Di axaftinan de behsa welatparêzî û fedekariya Apê Yûsiv ya di ber doza azadiyê de hate kirin.
Piştre baxên gulan li ser gorên Apê Yusiv Gulo û herdu neviyên wî hatin danîn.
Apê Yûsiv Gulo û neviyên wî Mihemd û Mazlûm 9’ê cotmeha sala 2021’ê di encama êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bûn.