Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN MINBICÊ: KIRYARA LI DIJÎ ARMÎTA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê kuştina jina Ciwan Armîta Girawend a ji Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û gotin ew ê serî li hemberî sûcên li dijî jinan netewînin.

Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de gotin, jina Ciwan Armîta Girawend ku nexwast hicabê li xwe bike, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat kuştin. Her wiha anîn ziman ku kiryara li dijî Armîta li dijî mirovahiyê ye.

Jinan anîn ziman ku Ew ê li hemberî hemû cure êrîş û sûcên li dijî jinan xwe biparêzin û serî netewînin.

Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê bang li tevahî jinan kirin ku li hemberî kiryarên li ser jinan bê deng nemînin û daxwaza mafê xwe bikin.