Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA TRAFÎKÊ YA HERÊMA FIRATÊ DEST BI PÊNGAVEKÊ KIR

Rêveberiya Trafîkê ya herêma Firatê ji bo rê libergirtina qezeyan û nepabendiya bi rênmayên trafîkê, dest bi pêngavekê kir.

Rêveberiya Trafîkê beriya niha bi 10 rojan dest bi pêngavê kir.

Pêngav li qada Jina Azad, Qada Şehîd Egîd û gelek cihên giştî yên li Kobanê hatiye destpêkirin.

Endamên Rêveberiya Trafîkê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku armanca wan başkirina ewlehiya trafîkê, pabendbûna bi zagonên trafîkê û rêxistinkirin çûn û hatina erebeyan ya li nava bajêr e.