KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ NAVENDEKE MAMOGRAFIYÊ LI REQAYÊ VEKIR
Komîteya Tenduristiyê ya Encumena Sivîl a Reqayê navendeke mamografiyê ya taybet bi tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê li Reqayê vekir.
Navenda mamografiyê li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Reqayê bi merasîmekê hat vekirin.
Bi dehan jinên Reqayê, berpirs û karmendên navendê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîma vekirinê bûn.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê Akademiya Tenduristiyê, Komîteya Tenduristiyê û Encumena Sivîl a Reqayê hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku Ev navend, taybet bi tespîtkirina zû ya penceşêrê pêsîran e.
Her wiha diyar kirin ku amûrên tenduristiyê yên pêşketî li navendê hatine bicihkirin.