DESTEYA ABORIYÊ LI HESEKÊ FIRNEYA XABÛR VEKIR
Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firineya Xabûr ku dê di her saetekê de nêzî 20 hezar nan hilberîne, li bajarê Hesekê vekir.
Firine li taxa Mişêrfê ya Hesekê hat vekirin û dê di her saetekê de nêzî 20 hezar nan hilberîne.
Di merasîma vekirina firneyê de, Nûnerên Desteyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê beşdarê bûn.
Di merasîma vekirinê de hat diyarkirin ku vekirina Firineya Xabûr di van şert û mercên zehmet ên li herêmê de destkeftiyeke mezin e.
Her wiha hat gotin ku, çi dibe bila bibe, ew ê di xebatên xizmetkirina gel de berdewam bin.
Piştî axaftinan deriyê firinê ji aliyê dayika şehîd Hemze Tolhildan, Necah Dawûd ve hat vekirin.