RÊWÎTIYA Ş. YÛSIV GULO JI BO DOZA KURD
2 sal di ser şehadeta yûsiv gulo û 2 neviyên wî re derbas dibin.
ş.yûsiv gulo jiyana xwe ji bo doza kurd û kurdistana azad buhirand û di nava civakê de bi afrînerê aştiyê hate binavkirin
Di dirêjahiya dîrokê de û heta niha gelek malbatên Kurd ên xwe dûrî desthilatê û dewletê kirine, xwe ji pêşengtî û serokatiya sexte parastine, bi bandor bûne û di bîra civakê de cih girtine.
Malbata Gulo ku di oxira doza Kurd de bêsînor fedakarî nîşan dan, bi sekna xwe ya welatparêziyê û israra xwe ya têkoşînê bûne mînak di civaka Kurdistanê de.
Malbata Gulo ku li bajarê Qamişlo bi cih dibe, di salên dirêj ên tijî têkoşîn de 15 keç û xortên xwe li çiyayên Kurdistan û xaka rojava fedayî doza Kurd kirine.
Herî dawî, 9`ê Mijdara 2021`an ji wê malbatê Apê Yûsif Gulo di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo li taxa Hilêliyê gihîştin asta şehadetê.
Bavê Yûsif Gulo, Mihemed Îbrahîm ji ber zilma dewleta Tirk ji gundekî Nisêbînê yê Bakur berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê. Apê Yûsif Gulo jî serkêşiya welatparêziyê ji bavê xwe girt.
Beriya naskirina Tevgera Azadiyê beşdarî xebatên Partiya Komûnîst bû.
Piştre tev li xebatên Partiya Demokrat bû. Piştî wê jî dibe berprisê komîteya şaxî ya partiyê li Qamişlo.
Apê Yûsif di destpêka salên 1960`î de xwest di nava xebatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de cih bigire, lê ji ber kiryarên partiyê beşdar nabe.
sala 1966`an li mala Apê Yûsif konferansek tê lidarxistin û Partiya Çep li Sûriyê tê avakirin. Apê Yûsif tevî endamên malbata xwe di nava tevgerê de cih digire.
4 sal piştî destpêkirina şerê çekdarî “Pêngava 15`ê Tebaxê (1984)”, kurê Apê Yûsif, Nûredîn Gulo ku bavê 4 zarokan bû sala 1988`an tev li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ,Piştî têkoşîna 3 salan gihîşt asta şehadetê.
Sala 2003`an Apê Yûsif tevî hin kesên din Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kir.
Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jî ji kesên yekemîn e ku komîteya lihevanînê ava kir, civak û pêkhateyên herêmê nêzî hev kir û wekî “Afrînerê Aştiyê” hat binavkirin.
Apê Yûsif yê xwedî gotina “Heta avakirina welatekî azad, em çiqasî fedakarî û têkoşînê bikin jî têrê nake” xwedî li gotina xwe derket û heta şehadeta xwe pêşengtî kir.