JI BO AZADIYA RÊBER APO DÊ ÇALAKIYEKE GIRSEYÎ LI HESEKÊ WERE LIDARXISTIN
Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêber APO amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî li Hesekê dike.
Însiyatîfê bernameya çalakiya konvedanê ku dê li ser asta kantona Hesekê li dar bixe, aşkera kir.
Însiyatîfê da zanîn ku çalakî dê 10’ê Mijdarê dest pê bike û 16’ê Mijdarê jî bi dawî bibe.
Her wiha Însiyatîfa Gel diyar kir ku çalakî dê di çarçoveya Pêngava” Azadî ji Rêber Apo re, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de were lidarxistin.
Dê şêniyên bajêr, sazî û rêxistinên civaka sivîl yên girêdayî Kantona Hesekê beşdarî çalakiyê bibin.