Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ SEMÎNEREK LI SER ZAGONA MALBATÊ DA

Partiya Sûriya Pêşerojê bi hemahengiya Desteya Jin a Rêveberiya Xweser li ser zagona malbatê semînerek li Reqayê li dar xist.
Semîner bi sernavê “Ber bi avakirina jiyaneke hevbeş, azad û civakeke hevgirtî ve” li Navenda Çandê ya Reqayê hat lidarxistin.
Di semînerê de, hin bendên qanûnê yên weka zewicandina zarokan, pirjinî û zewaca berdêl hatin nîqaşkirin.
Semîner bi nîqaşkirina madeya 13’an a zewicandina zarokan û têkoşîna li dijî wê diyardeyê bi dawî bû.