Kanala ROJAVA TV

JI BO NÎQAŞKIRINA PROJEYÊN CIVAKÎ LI MINBICÊ CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN

Ofîsa Projeyên Civakî û Koperatîfî ya bajarê Minbicê, ji bo nîqaşkirina karûbexatên xwe, civîneke berfireh li dar xist.

Bi dehan endamên ofîsê, komîteya aborî û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbicê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa koperatîfan, çawaniya birêçûna kar û astengiyên ku li pêşiya projeyan derdiekvin, hatin nîqaşkirin.

Her wiha çawaniya xurtkirina berhemên xwecihî û zêdekirina projeyan jî bûne mijarên nîqaşê.

Di heman demê de ji bo projeyên sala nû jî, nexşerêyek hate danîn.