Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBA SÛCÊN LI DIJÎ JINAN BI KOMXEBATEKÊ HATE NÎQAŞKIRIN 

Encumena Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Şehbayê li ser sûcên li dijî jinan komxebatek li dar xist.

Komxebat li hola Serdem a nvaçeya Ehdas bi dirûşma “Na ji qetlkirina jinan re” li dar ket.

Di komxebatê de hate destnîşankirin ku, bingeha azadiya jinan, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Her di komxebatê de pirsên wek çawa bijî, Wateya azadiyê çi ye, malbata çi ye, çima jin tê kuştin û tundî li ser jinê tê meşandin, li ser beşdaran hatin belavkirin.

Di nirxandinên beşdaran de hat gotin , divê şoreşeke jinan a berfireh ku mafên jinan misoger bike û statuya wê di hemû qadên jiyanê de vegerîne pêk were.

Her wiha diyar kirin ku, ji bo bidawîkirina sûcên li dijî jinan û pêkanîna azadiyê, divê armanca herî bingehîn azadiya Rêber Abdullah Ocalan be.