Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ BARÊ KOÇBERÊN EFRÎNÎ GIRANTIR DIKE

Koçberên Efrînî yên di kampa serdem ya şehbayê de dimînin ji Rojava Tv re diyar kirin ku bi hatina werzê zivistanê re dorpêça Hikûmeta Şamê barê wan giran dike û banga rakirin dûrpêçê kirin.

sala 2018’an dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin û bi darê zorê xelkên wê yê resen koçberkirin û li şûna wan çeteyên xwe bi cih kirin.

Tirkiyê ji wê demê ve kuştin , tecawizkirin ,revandin û talankirinê derheqê xelk û xwezaya efrîn de pêk tîne.

koçberên Efrînî bi ser koçberiya wan de rastî dorpêçê ji aliyê Hikûmeta Şamê ve tên.

koçberên ku di kampa Serdem de dimînin dibêjin ku ew ji mafê xwe yê jiyanê bê parin.

koçberan gotin rêxistinên ku qaşo dibêjin mafên mirovan diparêzên çima li hember vê zulmê bê deng in ?

Di encama êrîşên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê de li Efrînê nêzî 300 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ,zêdetirî 700 kes birîndar bûn her wiha nêzî 200 hezar Efrînî jî koçber bûn.