ÇARENÛSA ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED NE DIYAR E
Rojnamevanên Herêmê Revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK ê ve Şermezar kirin û destnîşan kirin ku PDK ê bi revandina rojnamevanan yasayan bin pê dike .
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema ku ji Rojavayê Kurdistanê vedigeriya Başûr, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bêyî ku ti sedem bêne destnîşankirin, hate revandin.
Tevî daxwazên berdewam ên serbestberdana Silêman Ehmed, lê ev 13 roj in ti agahî jê nayên wergirtin .
Rojnamevanên Herêmê Destnîşan kirin ku PDK’ê bi revandina Rojnamevanan dixwaze dengê Rastiyê qut bike û Siyaseta xwe ya ne rewa binixumîne .
Her wiha Rojnamevanan kiryarên PDK Şermezar kirin û tekez kirin ku PDK’ê bi revandina rojnamevanan yasayan bin pê dike .
Ajansa Rojnewsê piştî revandina endamê xwe Silêman Ehmed daxuyanî dabû û gotibû: Em Tawanbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red û şermezar dikin.
Ajansê daxwaz kir ku Çarenûsa Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.