Kanala ROJAVA TV

KONGREYA NETEWEYÎ YA PARASTINA MÎRASÊ LI REQA DEWAM DIKE

Kongreya netewî ya parastina mîrasên madî û ne madî li bajarê Reqa di roja 2’an de dewam dike
Doh Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê destpêkir.
Di roja yekemîn a Kongrê de mijarên bandora şerên çekdarî li ser deverên dîrokî yên hewza Xabûrê de , binpêkirinên li ser kultûra çandî û mirovî li dijî Efrîna dagirkirî ji destpêka krîza Sûriyê ve û bazirganiya elektronîk hatin nîqaş kirin.
Paşê çalakiyên çandî û kultûrî di 4 konan de ku her konek nûnertiya pêkhateyek ji pêkhateyên (Kurd, Ereb, Aşûr û Ermen) dike hatin pêşandan.