Kanala ROJAVA TV

KONGREYA NAVNETEWEYÎ YA PARASTINA MÎRASA MADÎ Û NEMADÎ LI REQAYÊ DEST PÊ KIR

Kongreya yekemîn a Navnteweyî ya Parastina Mîrasên Madî û Nemadî, li Zanîngeha Şerq ya Reqayê dest pê kir, û dê 3 rojan dewam bike .
Ji bo nîşandana mîrasa pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Armen 4 kon li qada zanîngehê hatine vegirtin.
Di Kongreyê de pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar in û tê payîn kesayetên ji derveyî Sûriyê wekî Misir, Hollanda û Brîtanyayê bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibin .
Li gorî bernameya kongreyê wê di roja yekemîn de du mijar werin niqaşkirin.
mijara yekemîn wê li ser bandora şerê çekdarî li deverên şûnwarî, her wiha berpirsyariya parastina mîrasa madî û nemadî be.
ya duyemîn jî wê li ser bazirganiya elektronîk a bi milkên çandî li Sûriyê, bazirganiya neqanûnî ya bi milkên çandî li cîhana Erebî û derveyî wê û çawa înternet dikare cihekî ji bo parvekirina çîrokên devkî yên koçberan peyda bike.