Kanala ROJAVA TV

HÎLALA ZÊRÎN BI LIDARXISTINA ŞAHIYEKÊ PIŞTGIRIYA PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO KIR

Di çarçoveya pêngava Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de,Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirşûma ‘Bi hunera şoreşgerî em ê tecrîdê tune bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin’ şahiyek lidarxist.

Şahî li hola Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê bi amadebûna bi dehan endamên sazî, yekîtiyên sivîl, koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê hate lidarxistin.
Di şahiyê de Koma Hîlala Zêrîn hin stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin.
Çaverê ye ku Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya Pêngava Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, çalakiyên din lidar bixe.