Kanala ROJAVA TV

LI TEBQAYÊ JI BO PÊŞXISTINA ROLA RAGIHANDINÊ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Desteya Jinan bi hevkariya Gerînendeya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina rola ragihandinê di civakê de li Tebqayê komxebatek li dar xist.
Komxebat bi diruşmeya ” Rastiya Ragihandinê û rola jinê di guhertina qalibê civakê de ” li avahiya Rêveberiya Sivîl a damokrat li Tebqayê hat li dar xistin.
Bi dehan nûnerên tevgerên jina û Çalakvanên sivîl di bajarên Tebqa û Reqayê de amade bûn.
Di komxebatê de, rola ragihandinê di zelalkirina nameyên Civakî, Aborî û Çandî de hat nîqaş kirin.
Beşdaran diyar kirin ku pêwîste raporên derbarê hêza jinê di warên Leşkerî, Sivîl û Civakî de bi awayekî xurtir bên şopandin û belavkirin.