LI REQAYÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KONVEDANÊ DEST PÊ KIR
Encumena Malbatên Şehîdan a Reqayê îro bi armanca şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azafiya Rêber APO, çalakiyek konvedanê destpêkir.
konê çalakiyê li qada Encumena Malbatên Şehîdan a li bajêr hat vedan.
Nûnerên Saziyên Sivîl, Encumena Sivîl a Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Partiyên Siyasî û Sazî û Encumenên jinan beşdarî çalakiyê bûn.
beşdaran diyar kirin ku, ji bo misogekirina azadiya Rêber APO wê gelê herêmê di bilindkirina têkoşîna xwe de berdewam be.
Çalakiyên bi armanca daxwaza azafiya Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.