PDK’Ê RÊYA QIRKIRINA KURDAN JI DEWLETA TIRK RE VEDIKE
Têkildarî xiyaneta PDK bi dewleta Tirk a dagirker re, Hevserokê Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê Silêman Cefer diyar kir ku, bi armanca tunekirin û parçekirina kurdan, dewleta tirk bi hevkariya PDK êrîşî gerîlayan dike.
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê bê çare maye, bi balafirên şer û çekên qedexekirî bi dijwarî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Di van êrîşan de PDK hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û rê dide dewleta Tirk a dagirker.
Têkildarî hevkariya PDK bi dewleta Tirk re, Hevserokê Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê Silêman Cefer diyar kir ku, bi armanca tunekirin û parçekirina kurdan, dewleta tirk bi hevkariya PDK êrîşî gerîlayan dike.
Silêman Cafer di axaftinên xwe de bang li PDK kir ku nebe hevkarê dewleta tirk di qirkirina kurdan de û dest ji xeta xiyanetê berde.
HPG bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya şer a meha Cotmehê aşkere kir.
Li gorî HPG di 278 çalakiyên gerîla de 205 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin.