RÊVEBERIYA SIVÎL A MINBICÊ: BERXWEDANA KOBANÊ BÛ MÎNAKA BERXWEDANA DÎROKÎ
Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê îro bi daxuyaniyekê 1’ê mijdarê li gelê Kobanê pîroz kir û diyar kir ku Sekna gelê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ mîrasek berxwedanê ava kir.
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan Endamên Rêveberiya Sivîl li ber avahiya Navenda Çand û Hunr a bajêr hat xwendin.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got, Berxwedana Kobanê ya bi pêşengtiya jinan bi serket, deng li cîhanê veda û bû mînaka berxwedana dîrokî.
Rêveberiya Sivîl a Minbicê soza berdewamkirina berxwedanê li hemberî hemû cure êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir û got, bi berxwedana xwe ew ê êrîşên Erdogan vala derxînin.