ENCUMENA KANTONA QAMIŞLO BERXWEDANA KOBANÊ YA DÎROKÎ SILAV KIR
Encumena Kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê Berxwedana Kobanê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û bang li gelê Kurd kir ku li berxwedana Kobanê xwedî derkeve.
Encumenê di daxuyaniya xwe de tevahî Şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, Serketina Berxwedana Kobanê destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê bû.
Her wiha Encumenê destnîşan kir ku ev berxwedan xeyalên Dewleta Tirk a dagirker û Çeteyên DAIŞ’ê têk bir.
Encumena Kantona Qamişlo di dawiyê de bang li hemû gelên cîhanê kir ku piştevaniya xwe bi berxwedana li dijî terorê li bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bikin.