Kanala ROJAVA TV

SALIHÊ HEYDO.. YEK JI GIRÎNGTIRÎN BASKÊN PÊŞANGEHA HEREKOL A PIRTÛKAN

Pêşangeha şehîd Herekol a pirtûkan di bin dirûşemya ‘Xwendin Ronahî ye’ di 28’ê Cotmehê de bi tevlîbûna 140 hezar pirtûk, 14 hezar navnîşan û 60 weşanxane û nivîskar destpêkir û 31’ê Cotmehê bi dawî bû.

Salihê Heydo ku yek ji sitûnên wêjeya Kurdî ye bi 76 navnîşanan tevlî pêşangehê bû.

Tevahî pirtûkên Salihê Heydo bi zimanê Kurdî ne û li ser çanda Kurdî wekî çîrokên Cîwarî, Folklorî, folklorê Zarokan, folklorê Mezinan, zimannasî, cilûbergnasî, helbest, adat û teqalîd û gera civaka Kurdî hatine nivîsandin.

Salihê Heydo dibêje ku çi sala ku ew beşdarî pêşangeha Herekol dibe daxwazeke mezin li ser pirtûkên wî hene û têne xwendin, ji ber ku ev pirtûk çanda wan û rastiya wan dide pêş.

Helbestvan, nivîskar û wêjevanê Kurd Salihê heydo 7 salan li ser hev bi dehan navnîşan û bi sedan pirtûkên beşdarî pêşangeha Herekol a pirtûkan dibe.

Di her salê de hewil dide bi serenavên nû berşdar bibe û daxwazeke zêde li ser pirtûkên wî hene, nexasim helbestên wî bûne starnên folklorî.