Kanala ROJAVA TV

HATINA ZIVISTANÊ; ZEHMETIYÊN KOÇBERÊN KAMPA SERÊ KANIYÊ ZÊDE DIKE

Her sal bi hatina zivistan û sermayê re êşa koçberan deh qat zêde dibe û barê wan girantir dibe.
Koçberên kampa Serê kaniyê ji Rojava TV re behsa zehmetiyên xwe kirin û gotin, zivistan li ber derî ye û pêwîstiya wan bi çadirên nû û pêdiviyên zivistanê hene.

Ev der kampa Serêkaniyê ya koçberên Serêkaniya dagirkirî ye.

Di vê kampê de bi sedan koçber bi hêviya ku carek din vegerin warê xwe, tevahî zehmetiyan di çadirek çargoşeyî de dipêçin û li ber xwe didin.

Lê her sal bi hatina zivistan û sermayê re êşa koçberan dibe deh qat û barê wan girantir dibe.

Koçberên Serêkaniyê yên di kampê de ji Rojava TV re behsa zehmetiyên xwe dikin.

Li gorî Hevserokê Kampa Serêaniyê Ebdulrezaq Mihemed, alîkariya Rêveberiya Xweser ji bo Kampê û koçberên tê de têrê nake û divê rêxistinên mirovî alîariyê bikin.

Di Kampa Serê Kaniyê de 2 hezar û 575 malbat bicih dibin .

Tevî daxwazên berdewam ên koçberan û Rêveberiya kampê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinan ve, lê Rêxistinên mirovî bê deng in û koçber rû birûyî zehmetiyan tên.