DAXWAZÊN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIDOMIN
Têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Xelkên bajarê Kobanê anîn ziman ku, desthilatdar dixwazin felsefeya Rêber APO ji holê rakin, lê ew ê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe li cîhanê belav bikin û Rêber APO azad bikin.
Ev nêzî 31 mehin tecrîda li gireva Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantire bûye û tu agahî derbarê rewşa Rêber APO de nayê wergirtin.
Li Kurdistan û Cîhanê bi armanca şkandina tecrîda giran û girtina agahiyekê derbarê rewşa Rêber APO de gel li ser piyan ne.
Xelkên bajarê Kobanê ji Rojava Tv re anîn ziman ku, dewletên desthilatdar dixwazin felsefeya Rêber APO ya Cîhan ronî kiriye ji holê rakin.
Xelkên bajarê Kobanê gotin , ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe li cîhanê belav bikin.
Ji bo azadiya RêberAbdullah Ocalan 10’ê Cotmehê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî , ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ” pêngavek hate destpêkirin.
Piştgirî û tevlîbûnên ji pêngavê re bi xurtî didome.