ENCUMENA GIŞTÎ YA RÊVEBERIYA XWESER ZAGONA VEBERHÊNANA BAZIRGANÎ GOTÛBÊJ KIR
Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser li bajarê Reqayê bi komxebatekê zagona Veberhênana Bazirganî Gotûbêj Kir.
Komxebat bi amadebûna şêwermendên Rêveberiya Xweser, Cîgerên hevserokên Encumena Zagonsaz û endamên Encuman Giştî li hola civînana ya Encumenê hat li dar xistin.
Di komxebatê de, parêzer Xalid El Hesen weke yek ji endamên encumenê hate hilbijartin.
Her wiha mijarên ku di komxebata borî de hatibû parvekirin, nîqaş li ser hate kirin û zagona Veberhênana Bazirganî xistin dengdanê.