Kanala ROJAVA TV

BI HATINA ZIVISTANÊ RE AZARÊN KOÇBERÊN KAMPAN ZÊDETIR DIBIN

Koçberên kampa El Şerqî ya li bajarê Minbicê, diyar kirin ku bi hatina zivistanê re ew rastî gelek zehmetiyan tên û gotin, tevî rewşa wan a xirab jî heta niha ti rêxistinên mirovî alîkarî pêşkêşî wan nekirine.

Kampa El- Şerqî ya ku li rojhilatê Bajarê Minbicê dikeve, gelek koçberên ku ji herêmên hikumeta Şamê koçber bûne, lê bi cih dibin.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên sînordar alîkariyan pêşkêşî wan dike, lê niha demsala zivistanê li ber deriyan e û pêdiviya koçberan bi gelek kelûpelan heye.

Heta niha rêxistinên mirovî bi awayekî aktîv ti alîkarî pêşkêşî wan nekirine.

Koçber behsa rewşa xwe dikin û daxwaza alîkariyên mirovî dikin.

Li aliyekî din jî, Endamê Rêveberiya kampa El Şerqî Hisên Iqêl anî ziman ku ew weke Rêveberî dê alîkariyên xwe yên ji bo koçberan bidomînin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber hene û li piraniya kampan Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe alîkariyê pêşkêşî wan dike.