PÊNGAVA JI BO AZADIYA RÊBER APO LI TEVAHÎ CÎHANÊ DENG DIDE
Têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê û pêngava ji bo “Azadiyê” Endamê Komîteya Gelan a Demokratîk a Şehbayê Mihemed Neso nirxandin kir.
Mihemed Neso got, pêngava ji bo azadiya Rêber APO girînge û divê berfirehtir bibe.
Roj bi roj dostên kurdan ên li Cîhanê bi çalakiyên cuda beşdarî pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dibin.
Têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê û pêngava ji bo “Azadiyê” Endamê Komîteya Gelan a Demokratîk a Şehbayê Mihemed Neso got, Li gireva Îmraliyê mafên mirovan û zagonên exlaqî tên binpêkirin
Her wiha Mihemed Neso diyar kir ku, pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO girîng e û divê berfirehtir bibe.
Li gorî şîrovekar û siyasetmedarên li Kurdistanê, ji bo bidawîanîna krîzên li Cîhanê û avakirina jiyaneke aştiyane pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.