Kanala ROJAVA TV

PÊŞENGEHA MELODIYÊN PAYÎZÊ LI QAMIŞLO HAT VEKIRIN

Girûpa Yek Par ya muzîkê ji bo vejandina werza Payîzê, duyemîn pêşangeha Melodiyên Payîzê li navenda çand û huner ya bajarê Qamişlo vekir

pêşengeh bi beşdariya 15 wênexêzî û pêşandana 60 tabloyî hate vekirin û Bi dehan ji xelkên bajêr serdana pêşengehê kirin.
pêşengeh dê 2 rojan dewam bike û di roja 2’an de jî dê konsertek were lidarxistin.
Berpirsên pêşengehê ji Rojava Tv re diyar kirin ku projeyên wan hene ku her sal di Payîzê de çalakiyên bi vî rengî lidarbixin.