LI TEBQAYÊ MÎHRÎCANA JINÊN CIWAN A ŞEHÎD STÊRVAN HATE LIDARXISTIN
Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê 4’emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Stêrvan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî, serbixin azadî’ lidarxist.
Mihrîcan li hola Navenda Çandê ya bajêr bi amadebûna Nûnerên Rêveberiya Sivîl, Encumenên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partî, ciwan, bi sedan xelkên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê hate lidarxistin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, kombûna Jinan a Zenûbya û Encumena Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û hate gotin ku Ev Mîhrîcan ji bo gel, serkeftin û pêşketin e.
Piştî bidawîbûna axaftinan, komên beşdar berhemên xwe pêşandan.